Ha werin rojê, li me sitar û jiyan e. Bihar e, Bihara Mezrabotan e, Wey belê îro, kurd û ereb û ermen û aşûr û sûryan û turkmen li hev civiy...
Awazek tê
Ha werin rojê, li me sitar û jiyan e. Bihar e, Bihara Mezrabotan e, Wey belê îro, kurd û ereb û ermen û aşûr û sûryan û turkmen li hev civiyane Şahiya xwebûnê ye, dîlan e
Awazek tê ji rojava Şoreşa kurdistanê ye Xemla wan bi torîn e Cenga wan şewqa rojê ye
Roj li Rojava hilberî Genim, simbil rabû ser, êdî Ked û heyfa, salên zorî Li bin dera gela raperîn
Nasnake benda serdestî Diherike ber bi azadî Va ye îro nûjen dibe Dîroka resen Kurdîstanê
Pêşkevin em serfirazin milletê kurdî Yan mirin em dê bibînin, yan jîna kurdî Ax milletê kurdî, ax milletê kurdî
Biheşta welatê jînê Nirxê mirovahî canfîde Bi tîna evîna rojê Xweserîya hebûnê saz dibe
Lê dide dilê Kurdistan Bi rihê cangorîyên dozê Pêl bi pêl mezin dibe Diherike şoreşa viyanê